Tûgayên Seyîd Şuheda wê çekan bernede

Koma çekdar a bi navê ‘Ketayîbî Seyîd Şuheda’ ya girêdayî Heşdî Şeebî, ragihand ku ew ê çekên xwe radestî hikûmeta Iraqê nekin.

Berdevkê fermî yê Ketayîbî Seyîd Şuheda, Kazim Fertusî têkildarî hewldanên hikûmeta Iraqê ya ji bo kontrolkirina çekên di destên komên çekdar de axivî.

Kazim Fertusî diyar kir ku ew weke Ketayîbî Seyîd Şuheda ne amade ne ku çekan radestî hikûmetê bikin û got, ew parastinê weke erk û emanetek ji xwe re dibînin.

Kazim Fertusî got: “Ger hikûmet dixwaze çekên me kontrol bike, pêwîste despêkê weke alternatîf çekên bihêz ên wek kirîna sîstema parastina asîmanî (S-400) yan jî radarên pêşketî peyda bike.”