Serokê DYE’yê Donald Trump têkildarî şerê li Rojhilata Navîn daxuyaniyên tund dide û gefa tunekirina Girava Hargê xwar ku girav ji aliyê hinaerdeya petrola Îranê ve gelekî girîng e. Trump diyar kir ku ger ji hevdîtinên li gel Îranê bi lez encamek neyê standin û Tengava Hurmuzê ji nû ve venebe ew ê binesaziya enerjiyê ya Îranê hedef bigirin.
DIKARE BUHAYÊ WARÎLEKÊ BIBE 200 DOLAR
Daxuyanıyên Trump, di piyaseya enerjiya gerdûnî de rê li ber şehteke nû vekir. Buhayê petrolê roja Duşemê bilind bû û karsaz bi taybetî berê xwe didin senaryonên destwerdana bejahî ya DYE’yê ya li ser Îranê û bi temamî girtina Tengava Hurmuzê.
Analîstên piyaseya enerjiyê diyar dikin ku ger şer berfirehtir bibe buhayê petrolê wê zêdetir bilind bibe. Her wiha Trump şeva Yekşemê ji Financial Timesê re axivî û got ku artêşa DYE’yê wê bi awayekî gelekî hêsan kontrola Girava Hargê bi dest bixe.