Trump ji bo Hurmuzê bang li dewletan kir: Werin û tengavê bi dest bixin

Serokê DYE'yê Donald Trump bangeke hişk li wan welatan kir ku ji ber pirsgirêka sotemeniyê tengav bûne û got, "Yekser biçin tengavê û wir bi dest bixin." Trump her wiha bang li van welatan kir ku sotemeniyê ji DYE'yê bikirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump bi daxuyaniyekê rageşiay li ser Tengava Hurmuzê hîn mezin kir.

Trump li ser platforma xwe ya medya dîjîtal Truth Social daxuyaniyek da û bang li wan welatan kir ku di ser tengavê re sotemeniyê werdigirin û niha tengav bûne.

Trump bi taybetî bi ser Qraliyeta Yekbûyî ve çû û îdîa kir ku welatên tevlî êrişên li ser Îranê nebûne divê êdî berjewendiyên xwe bi xwe biparêzin.

Trump got, "Sotemeniyê ji DYE'yê bikirin, ya me zêde ye. Ya duyemîn jî hingî wêrek bin, yekser biçin Tengava Hurmuzê û wir bi dest bixin."

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ HEVALBENDAN: HÎN BIBIN KU BI SERÊ XWE ŞER BIKIN

Trump di daxuyaniya xwe de gotinên hişk ji bo welatên hevalbend bi kar anî û got, "Hûn neçar in hîn bibin ku bi serê xwe şer bikin. DYE wê êdî ji bo alîkariya bi we re li wir nemîne, weke ku hûn ji bo me ne li wir in."

Trump her wiha îdîa kir ku Îran di asteke mezin de "hatiye eciqandin" û got, "Aliyê herî zehmet temam bû. Biçin petrola xwe werbigirin."