Trump gef xwar: Îşev wê şariştaniyek hilweşe
Serokê DYE’yê Donald Trump bang li Îranê ku kir ger peymanek çênebe îşev wê şaristaniyek hilweşe.
Serokê DYE’yê Donald Trump bang li Îranê ku kir ger peymanek çênebe îşev wê şaristaniyek hilweşe.
Gefên Serokê DYE’yê Donald Trump ên li dijî Îranê didomin. Trump li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev tişt got: “Îşev dê şaristaniyeke bi tevahî hilweşe û dê tu carî venegere. Ez naxwazim ev yek rû bide lê bi îxtîmaleke mezin dê rû bide. Lêbelê, niha ger guhertineke temam û bêkêmasî ya rejîmê pêk bê, hişmendiyek cuda, biaqiltir û kêmtir radîkal serdest be, dibe ku tiştekî şoreşgerî û gelekî baş rû bide, KÎ DIZANE? Em ê îşev bibînin, ev yek ji kêliyên herî girîng ên di dîroka dirêj û aloz a cîhanê de ye. 47 salên zordestiyê, gendeliyê û mirinê, dê bi dawî bibin."
VANCE: EM DI ASTEKÎ MEZIN DE GIHÎŞTIN ARMANCÊN LEŞKERÎ
Cîgirê Serokê Emerîkayê JD Vance jî îdia kir ku DYE di astekî mezin de gihîştiye armancên xwe yên leşkerî yên li Îranê.
Vance got, "Di saetên pêşiya me de, gelek muzakere çêbibin."
JD Vance wiha got, "Di destê me de amûrên ku me heta niha biryara bikaranîna wan nedaye, hene."