Trump dixwaze bi Mucteba Hamaney re hevdîtinê bike
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump piştî êrîşên bi mehan ên li ser Îranê, diyar kir ku li qadê pêdivî bi leşkerên Emerîkayê nîne.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump piştî êrîşên bi mehan ên li ser Îranê, diyar kir ku li qadê pêdivî bi leşkerên Emerîkayê nîne.
Trump ji New York Post re axivî û got, “Niha pêdivî bi yekîneyên bejahî nîne. Me bi bombebaranan beşeke mezin a kapasîteya leşkerî ya Îranê bêbandor kir. Me leşker neşandin qadê.”
DIXWAZE BI MUCTEBA HAMANEY RE HEVDÎTINÊ BIKE
Trump diyar kir ku ew dixwaze bi lîderê olî yê Îranê Mucteba Hamaney re hevdîtinê bike.
HIŞYARIYA ‘LUBNANÊ’ LI NETANYAHU HATE KIRIN
Trump ragihand ku ew ji ber êrîşên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu yên li ser Lubnanê, nerehet e.
Trump behsa axaftina bi telefonê ya bi Netanyahu re kir û got, “Ez bi hêrs nebûm, lê ez nerehet bûm ku timî li dijî Lubnanê şer dike.”
‘EGER MIN LI DIJÎ ÎRANÊ ŞER NEDABA DESTPÊKIRIN, ÎSRAÎL NEDIMA!’
Trump îdîa kir ku ji bo Îran çeka nukleer bi dest nexe, şer da destpêkirin û ev tişt got, “Me wê destûr nedaba ku Îran bibe xwedî çeka nukleer. Ev yekser Îsraîlê eleqeder dike, ji ber ku yek ji hedefên ewilî wê Îsraîl bûya. Eger min ev şer nedabûya destpêkirin, îro tiştek bi navê Îsraîlê nedima.”