Trump di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) gihîştiye armancên xwe yên leşkerî û êrişên li ser Îranê wê ji bo 2 hefteyan bêne rawestandin. Trump anî ziman ku agirbest wê "du alî" be û armanc ew e ku di nava vê demê de lihevkirineke mayinde bê kirin.
Trump îdîa kir ku "pêşniyara ji 10 xalan" a ji aliyê Îranê ve hate kirin, ji bo muzakereyê zemîneke guncaw afirandiye û got, ew li Rojhilata Navîn nêzî peymaneke aştiyê ya demdirêj bûne.
AGIRBEST DI KÊLIYA DAWÎ DE HATE RAGIHANDIN
Daxuyaniya li ser agirbestê di demeke kurt a beriya bidawîbûna wê demê de hate dayin ku Trump ji bo êrişeke berfireh a li ser Îranê diyar kiribû. Serokê DYE'yê beriya niha diyar kiribû ku wê li lhemberî Îranê gavên leşkerî yên hişk bixe dewrê.
Di daxuyaniyê de her wiha işaret bi hevdîtinên bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokê Fermandariya Giştî Asim Munir hate kirin. Hate gotin, di van hevdîtinan de ji bo rawestandina êrişan bang hatiye kirin.
ÎSRAÎL JÎ TEVLÎ AGIRBESTÊ BÛ
Li gorî rayedarekî Qesra Spî, Îsraîl jî di çarçoveya agirbestê de qebûl kiriye ku bombardûmanê bi rengekî demkî rawestîne. Li gorî vê yekê, êrişên Îsraîlê wê di dema muzakereyan de bêne rawestandin.
Rêveberiya DYE'yê diyar dike ku dema du hefteyan ji bo temamkirina lihevkirina dawî krîtîk e. Dewamkirina agirbestê jî wê bi helwesta Îranê ya li ser vekirina Tengava Hurmuzê û hevdîtinên navbera aliyan ve girêdayî be.