Trump: Agirbest di ‘yekeya lixwenêrînê’ de ye

Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniyên xwe yên derbarê Îranê de parast ku ew ê “serkeftineke tam” bi dest bixin û got ku agirbest di “yekeya lixwenêrînê” de ye

Serokê DYA’yê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li Qesra Spî de ji rojnamevanan re diyar kir ku ew ê li dijî Îranê “serkeftineke tam” bi dest bixin. Trump got, “Ji aliyê teorîk û leşkerî ve me jixwe serkeftineke tam bi dest xistiye.”

Trump bersiva Îranê ya ji bo plana aştiyê ya DYA’yê wekî “pêşniyareke bêhiş” pênase kir û wiha got: “Plana me ya herî baş a heta niha heye. Ev pir hêsan e; Îran nikare bibe xwediyê çekên nukleerî û nabe jî.”

Trump bi angaşta ku heke Îran bibe xwedî çekên nukleerî Rojhilata Navîn û Îsraîl dê tune bibin, got, em xizmeta cîhanê dikin.

Trump bersiva pirsa derbarê rewşa agirbestê de jî da û diyar kir ku pêvajo bi awayekî nedihat payîn qels e û agirbest wekî bi yekeya lixwenêrînê ve girêdayî ye pênase kir.

Trump anî ziman ku ew hîn jî difikire ku DYA dikare bi rêveberiya Îranê re li hev bike û angaşt kir ku li Îranê di navbera mirovên nerm ên peymanê dixwazin û dînên ku dixwazin heta dawiyê şer bikin de cudahî heye.