Trump: Şerê bi Îranê re 'li ber qedandinê' ye, dibe ku muzakere jinûve destpê bikin
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku şerê bi Îranê re li ber qedandinê ye. Trump her wiha got, rêveberiya Tehranê dixwaze li hev bike.
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku şerê bi Îranê re li ber qedandinê ye. Trump her wiha got, rêveberiya Tehranê dixwaze li hev bike.
Trump ji Fox Newsê re axivî û gotina "Bi dîtina min ev kar hema bibêje qediya ye" bi kar anî û îdîa kir ku rayedarên Îranê "Bi rastî jî dixwazin li hev bikin."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump her wiha anî ziman ku di nava vê hefteyê de dibe ku li Pakistanê bi Îranê re hevdîtinên nû destpê bikin û got, "Dibe ku di nava çend rojên pêş de hin tişt biqewimin."
Hefteya derbasbûyî tûra destpêkê ya hevdîtina bi Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance re bê encam mabû, lê belê agirbesta ku 8'ê Nîsanê kete meriyetê xera nebû bû.
ZEXTA ABORÎ
Rêveberiya Washingtonê li gel danûstandinên dîplomatîk zexta li ser Îranê zêde kir. Hêzên DYE'yê dorpêça deryayî ya li ser bazirganiya bendergehên Îranê xist meriyetê. Fermandarê Hêzên Herêmê yê DYE'yê Brad Cooper îdîa kir ku bazirganiya deryayî ya Îranê "bi temamî hatiye rawestandin" û diyar kir ku ji seedî 90 ê aboriya welêt bi vê bazirganiyê ve girêdayî ye.
Muzakerevanên DYE'yî wê di çarçoveya van bûyeran de jinûve biçin Îslamabadê. Trump pesnê fermandarê artêşa Pakistanê Asim Munir ê ji bo navbeynkariyê da. Çavkaniyên Pakistanê yên payebilind jî piştrast kirin ku Îslamabad dixwaze hevdîtinan jinûve bide destpêkirin.
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: ÇARESERIYA LEŞKERÎ NÎNE
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bang li aliyan kir ku li "muzakereyên cidî" vegerin. Guterres got, "Çareseriyeke leşkerî ya vê krîzê nîne."
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku li Pekînê bi Serokkomarê Çînê Şî Cînpîng re hevdîtin kir, anî ziman ku Moskow amade ye ku valahiya enerjiyê ya ji ber şer rû daye dagire.