The Times: Mucteba Hamaney hişê xwe winda kir, kapasîteya wî ya rêvebirinê nîne

Rojnameya Îngilîz The Times îdîa kir ku lîderê nû yê olî yê Îranê Mucteba Hamaney ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên giran, kapasîteya xwe ya rêvebirinê winda kiriye. Hate diyarkirin ku Hamaney li bajarê Kum tedawî dibîne.

Têkildarî rewşa tenduristiyê ya lîderê nû yê olî yê Îranê Mucteba Hamaney îdîayeke balkêş kete rojevê. Rojnameya Îngilîz The Times di nûçeya xwe ya spartî belgeyeke dîplomatîk de, diyar kir ku Mucteba Hamaney ‘hişê xwe winda kiriye û di rewşeke krîtîk de ye’.

Li gorî rojnameyê belgeya navborî xwe dispêre agahiyên îstîxbaratê yên DYE û Îsraîlê. Di belgeyê de hate îdîakirin ku rewşa tenduristiyê ya Mucteba Hamaney pir giran e ku nikare rêveberiya welêt bi rêve bibe.

‘KAPASÎTEYA WÎ YA RÊVEBIRINÊ NÎNE’

Li gorî agahiyên di nûçeyê de, Mucteba Hamaney li Kumê ku yek ji bajarên pîroz ê Şîatiyê ye, tedawî dibîne û nikare bi rengekî aktîf tevlî pêvajoyên biryardayînê yên Îranê bibe.

Her wiha hate ragihandin ku rewşa Hamaney ji bo domkirina lîdertiya li Îranê, bûye sedemê fikarên cidî.

JI TEHRANÊ DAXUYANIYEKE FERMÎ NÎNE

Rêveberiya Îranê jî heya niha têkildarî rewşa tenduristiyê ya Mucteba Hamaney yan jî rola wî ya di rêvebirina welêt de, daxuyaniyeke fermî nedaye.