Tesîsa Nukleerî ya Buşehrê û noqteyên hesas hatin bombebarankirin

Medyaya Îranê ragihand ku navendên parastina hewayî, derdora tesîsa nukleerî û hedefên leşkerî hatin bombebarankirin.

Êrîşên DYE û Îsraîlê yên ji 28’ê Adarê ve li dijî Îranê hatine destpêkirin berdewam dikin. Hat ragihandin ku di nava rojê de gelek noqteyên stratejîk û hesas ên li bajarên cuda hedef hatin girtin.

Li gorî medyaya Îranê, balafirên şer ên DYE û Îsraîlê êrişek giran li ser navendekî asîmanî, balafirgeh û derdora santrala nukleerî ya Buşehr pêkanîn.

Her wiha hat diyarkirin ku balafirên şer navenda Sîber a Supayê Pasdaran a Îranê ya li devera Kuheyk jî bombebaran kirine.

Di nava rojê de jî balafirên şer yên DYE-Îsraîlê gelek caran li Tehran, Esfehan, Tewrêz û  Kirmaşan deverên cûda bombebaran kirin.