Tengava Hurmuzê ji bo keştiyên bazirganî vebû

Îranê ragihand ku piştî agirbesta li Libnanê destûr ji bo derbasbûnê hatiye dayîn, û bihayê petrolê ji sedî 10 daket.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî ragihand ku li gorî agirbesta ku li Libnanê ketiye meriyetê, Tengava Hurmuzê ji bo derbasbûna keştiyên bazirganî bi tevahî hatiye vekirin.

Araqçî di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X’ê de diyar kir ku di heyama agirbestê de dê destûr ji bo derbasbûna hemû keştiyên bazirganî bibe û wiha got: Derbasbûna hemû keştiyên bazirganî di Tengava Hurmuzê re, di seranserê dema agirbestê de bi tevahî vekirî hat ragihandin. Derbasbûn di ser rêya koordînekirî re ku berê ji hêla Rêxistina Bender û Deryavaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû ragihandin, pêk tên.

BIHAYÊ PETROLÊ DAKET BINÊ 90 DOLARÎ

Piştî biryarê di bazarên enerjiyê yên cîhanî de liv û tevger çêbû. Bi hêviya ku piştî qutbûnên bi hefteyan dabînkirina petrolê dîsa pêk were, di bihayê petrolê de daketineke tund hat dîtin.

Bihayê bermîla petrola Brent ku di asta gerdûnî de wekî referans tê pejirandin, nêzî %10 kêm bû û daket binê 90 dolarî. Pispor diyar dikin ku ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê di demeke kurt de fikarên derbarê dabînkirina enerjiyê kêm kirine.