Tehranê pêşniyareke nû pêşkêşî Washingtonê kir

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku Tehranê, bi armanca qedandina şerê li Rojhilata Navîn û ji nû ve destpêkirina danûstandinên bi DYA’yê re, bi rêya navbeynkariya Pakistanê pêşniyareke nû ji Washingtonê re şandiye.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, "Îranê şeva pêncşemê pêşniyarên xwe yên derbarê danûstandinên bi DYA’yê re pêşkêşî navbeynkarê Pakistanî kir." Lê belê ajansê derbarê naveroka pêşniyarê de hûrgilî parve nekirin.

Piştî agirbesta ku di 8ê Nîsanê de bi navbeynkariya Pakistanê ket meriyetê, Îslamabadê mazuvaniya xuleke hevdîtinan di navbera şandeyên Tehran û Washingtonê de kiribû.

Armanca hevdîtinan ew bû ku li ser lihevkirinekê bisekinin ku êrîşên DYA-Îsraîlê bidofîne. Lê belê ji ber berdewamiya dorpêça deryayî ya DYA’yê li ser benderên Îranê û berdewamiya girtina Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve, danûstandin bêencam mabûn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, roja înê bi hevkarên xwe yên li Erebistana Siûdî, Qatar, Tirkiye, Iraq û Azerbaycanê re bi rêya telefonê axivî. Di hevdîtinan de "hewldanên Îranê yên ji bo bidofandina şer" hatin nirxandin.