Tankên Îsraîlê ber bi navenda Xezeyê ve bi pêş ve diçin
Li du taxên ku weke navenda bajarê Xezeyê tên naskirin, tankên Îsraîlê hatin dîtin. Hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 79 kes mirin.
Li du taxên ku weke navenda bajarê Xezeyê tên naskirin, tankên Îsraîlê hatin dîtin. Hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 79 kes mirin.
Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre çavkaniyên xwecihî, tankên Îsraîlî li du taxên navenda bajarê Xezeyê hatine dîtin. Her wiha xetên înternet û telefonê li seranserê Xezeyê bi tevahî hatine qutkirin. Ev yek wekî nîşanek ku wê operasyonên bejahî bileztir be, hate şîrovekirin.
Şîrketa Telekomunîkasyonê ya Filistînê, diyar kir ku ji ber êrîşan xizmet hatine rawestandin.
DI NAVA 24 SAETAN DE 79 KES MIRIN Û 228 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 79 kes mirine û 228 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên wezaretê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve 65 hezar û 141 kes mirine û 165 hezar û 925 kes jî birîndar bûne.