Tankên Îsraîlê ber bi hundirê Xezeyê ve diçin, di 24 saetan de herî kêm 98 kes mirin
Artêşa Îsraîlê bi tankan ket Taxa Şêx Raduan a li rojhilatê bajarê Xezeyê û wesayîtên zirxî yên berê yên bombebarkirî, da înfîlakkirin.
Artêşa Îsraîlê bi tankan ket Taxa Şêx Raduan a li rojhilatê bajarê Xezeyê û wesayîtên zirxî yên berê yên bombebarkirî, da înfîlakkirin.
Îsraîlê tanken xwe ber bi hundirê bajarê Xezeyê ve şand û li yek ji banliyoyan wesayîtên bombebarkirî teqand.
Di encama teqînan de gelek mal hilweşiyan, niştecihên herêmê neçar man malên xwe biterikînin.
Artêşê ji hewa de belavok berdan. Di belavokan de bang li sivîlan hate kirin ku demildest biçin başûrê bajêr û hate ragihandin ku operasyon wê ber bi herêmên rojava ve were berfirehkirin.
Di tevahiya şevê de dengên teqînan û dengên dronan bûn sedemê tirsê, niştecihên Xezeyê jî nizanin biçin kuderê.
DI 24 SAETAN DE HERÎ KÊM 98 KES MIRIN
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di 24 saetên dawî de ji ber êrîşên Îsraîlê 98 kesan jiyana xwe ji dest dan, 404 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku di heman demê de 3 jê zarok, 9 kes ji ber birçîtiyê jiyana xwe ji dest dan.
Ji 7’ê Cotmehê û vir ve hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane, gihişt 63 hezar û 557’ê, hejmara birîndaran jî gihişt 160 hezar û 660’an.