Tabûra Heşdî Şabû û Konsolosxaneya DYE'yê bûn hedef
Doh bi şev li navçeya Dubiz a Kerkûkê tabûra Heşdî Şabî hate bombekirin. Li Bexdayê jî Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi drone û fuzeyan hate bombekirin.
Doh bi şev li navçeya Dubiz a Kerkûkê tabûra Heşdî Şabî hate bombekirin. Li Bexdayê jî Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi drone û fuzeyan hate bombekirin.
Li gorî agahiyan balafirên Amerîkayê tabura 40 ya Heşdî Şeebî ya li bajarokê Dubiz ya dikeve Bakurê parêzgeha Kerkûkê bombebaran kiriye.
Hate zanîn bi êrişê re dengeke mezin hatiye bihîstin û hemû xelkê wê herêmê jî bi deng hesiyane. Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.
Hêjayî gotinê ye di nava çend rojên borî de heman tabur hatibû bombebarankirin.
ÊRIŞA LI SER KONSOLOSXANEYA DYE'YÊ
Li paytexta Iraq Bexdayê jî Konsolosxaneya DYE'yê bi drone û fuzeyan hate bombekirin.
Hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî C-RAM hewl dan fuzeyan û droneyan îmha bikin, lê belê yek ji êrişan gihîşt hedefa xwe û agir bi konsolosxaneyê ket.
Nayê zanîn bê di êrişê de tiştek bi kesî hatiye yan na.