Mesûd Pezeşkiyan nerazîbûneke tund nîşanî dorpêça deryayî ya DYE'yê ya li ser bendergehên Îranê da. Serokkomarê Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku dorpêç "li dijî hiqûqa navneteweyî" ye û got, ev hewldan 'mehkûmî têkçûnê' ye.
Pezeşkiyan bal kişand ser daxuyaniyên têkildarî dewamkirina dorpêça DYE'yê ya bi mehan û ragihand ku gavên bi vî rengî wê rageşiya li herêmê mezintir bike.
Lîderê Îranê got, "Hewldanên dorpêça deryayî ne tenê wê têk biçe, di heman demê de wê zerarê bide ewlehiya herêmî û li Kendavê bibe sedema nearamiya demdirêj."
Piştî dxuyaniyê li bazara enerjiyê tevgerê dewam kir. Bi bandora nîqaşên li ser dorpêçê buhayê petrolê bilind bû.
Dorpêça deryayî ya DYE'yê ya li ser Îranê, bi taybetî ji ber ku bandorê li herikîna enerjiyê û bazirganiya li Kendava Basrayê dike, ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve ji nêz ve tê şopandin.