NÛ BÛ

Serokê Îstîxbarata Muxafizên Şoreşê ya Îranê hate kuştin

Serokê Îstîxbarata Muxafizên Şoreşê ya Îranê di êrişa hewayî de hate kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya ser bi Muxafizên Şoreşê ya Îranê agahiyên li ser kuştina rayedarekî payebilind ê Îranî parve kir.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku Serokê Îstîxbarata Muxafizên Şoreşê ya Îranê Mecîd Kademî di êrişa hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)-Îsraîlê de hate kuştin.

Nehat zanîn Mecîd Xadimî li kîjan herêma Îranê bûye hedefa êrişan. Lê Supayê Pasdaran da zanîn ku Mecîd Xadimî nêzî 50 salan diwarê îstixbarat û ewlekariyê de, ji bo Îranê xizmetkiriye.

Hêjayî gotinê ye şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê di 28’ê Sibata îsal de dest pê kiriye û di roja xwe ya 38’an de dewam dike.

Ji roja despêkê heya niha bi dehan rayedar û fermandarên Îranî hatine kuştin.