Îranê xwest ku 24 milyar dolar fonên hatiye blokekirin serbest bê berdan

Li gorî medyaya Îranê, rêveberiya Tehranê di muzakereyên bi DYE’yê re xwest ku 24 milyar dolar fonên hatiye blokekirin serbest bê berdan. Ji bo bidawîkirina şer li ser 14 xalan nîqaş tê kirin.

Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê daxuyand ku muzakerevanên Îranî di çarçoveya hevdîtinên bi DYE’ê re daxwaza wan a sereke çareserkirina fonên hatiye blokekirine. 

Li gorî nûçeya ajansê ku xwe dispêre çavkaniyek nêzîkî şandeya muzakereyê, Îranê daxwaza serbest berdana 24 milyar dolar fonên hatiye blokekirin dike. Hat diyarkirin ku rêveberiya Tehranê dixwaze ku herî kêm nîvê wê piştî ragihandina protokola peymanê radestî Îranê bê kirin.

LI DOHAYÊ HEVDÎTINÊN KRÎTÎK 

Rayedarên payebilind ên Îranî roja Duşemê li paytexta Qeter Dohayê bi DYE’yê re rasterast hevdîtin kirin. Di nav şandeyê de sermuzakerevan Mihemed Bakir Qalîbaf, Wezîrê Karên Derve Abbas Eraqçî û Serokê Banka Navendî ya Îranê Abdulnasser Hemmatî hene.

Hat diyarkirin ku Hemmatî bi taybetî ji bo nîqaşkirina berdana fonên blokekirî yên Îranê çûye Dohayê.

BI MILYARAN DOLAR HATIYE BLOKEKIRIN

Ji ber cezayên DYE’yê demek dirêje beşek girîng fonên Îranê yên di bankên biyanî de hatine blokekirin. Tevî ku hejmareke fermî nehatiye eşkerekirin jî, medyaya Îranê îdîa dike ku tevahî fonê ku hatiye blokekririn di navbera 100 û 123 milyar dolarî de ye.

Qeter di 2023’yan de peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îran û DYE’yê de rolek navbeynkar lîstibû. Wê demê biryar hatibû dayîn ku 6 milyar dolar ji fonên Îranê yên li Koreya Başûr hatine blokekirin bişînin hesabeke taybet a Qeterê.

Lê piştî Hamasê di 7’ê Cotmeha 2023’yan êrîşî Îsralê kir ev fon hatibû rawestandin.

ÇARÇOVEYA 14 XALAN

Aliyê Îranî ragihand ku di muzakereyên bi DYE’yê re berdewam dike de ji bo şer mayinde bi dawî bibe çarçoveya 14 xalan hatiye qonaxa dawî.

Hat zanîn ku her du alî jî piştî zêdebûna nakokiyan piştî êrîşên hevpar ên DYE-Îsraîlê yên ku di 28’ê Sibatê de dest pê kirin, lêgerîna çareseriya dîplomatîk berdewam dikin.