YE xwe ji banga Merz a ji bo sivikkirina cezayên li ser Îranê dûr digire

Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe ji banga Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz ji bo sivikkirina cezayên li ser Îranê dûr digirin. Bruksel di wê baweriyê de ye ku ji bo gavek wisa pir zû ye.

Banga Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz ji bo sivikkirina cezayan li ser Îranê wekî parçeyek ji peymana agirbestê ya di nav lîderên Yekîtiya Ewropayê de piştgirî nedît.

Merz piştî civîna lîderên YE’yê ya li Kibrisê axivî û diyar kir ku heke peymanek berfireh were çêkirin, dibe ku ceza hêdî hêdî werin sivikkirin û got, "Ev dibe ku bibe gavek ji bo meşandina pêvajoyê û mayindekirina agirbestê."

Lê Ursula von der Leyen diyar kir ku sivikkirina cezayan tenê “bi piştrastkirina kêmkirina rageşiyê" û heke di helwesta siyasî ya navxweyî ya Îranê de guhertinek çêbibe, pêkan e. Ursula von der Leyen destnîşan kir ku rakirina cezayan di bin şert û mercên heyî de ne di rojevê de ye û got, “Jixwe sedema nepejirandina rejîma cezayan ji ber tevgera rejîmê ye. Divê em ji bîr nekin ku di meha yekem a vê salê de 17 hezar ciwan hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê, berî ku em li ser rakirina cezayan biaxivin divê ev yek bi dawî bibe.”

Bi heman awayî António Costa jî diyar kir ku ji bo ku mirov li ser rakirina cezayan nîqaş bike “pir zû ye” û bi bîr xist ku ezmûnên berê yên bi Îranê re baweriyê nadin. Costa got, "Em nikarin xwezaya rejîmê, tundiya ku li dijî gelê xwe bi kar anî û bi hezaran mirovên ku di demên dawî de hatin qetilkirin ji nedîtî ve bên.”

Di lîsteya cezayan a YE’yê de 263 Îraniyên payebilind û 53 sazî ku di nav de Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî, polîsên exlaqê, ajansên nûçeyan û girtîgeh hene. Ev ceza ji ber binpêkirinên mafên mirovan û bernameya nukleerî têne sepandin. Bruksel her wiha piştgiriya cezayên navneteweyî yên ku ji bo sînordarkirina xebatên nukleerî yên Îranê didomîne.