Fransa: Dibe ku rawestandina peymana YE-Îsraîlê dîsa têkeve rojevê

Wezareta Karûn Derve ya Fransayê ragihand ku nîqaşên li ser rawestandina peymana hevkariyê ya di navbera Yekîtiya Ewropa û Îsraîlê de dibe ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê û tundûtûjiya li ser niştecihên li Şerîaya Rojava ji nû ve destpê bikin.

Fransayê daxuyand ku têkiliyên di navbera Yekîtiya Ewropa û Îsraîlê de dibe ku ji ber êrîşên dawî yên Îsraîlê li ser Lubnanê û tundûtûjiya li ser niştecihên li Şerîaya Rojava ji nû ve ji nîqaşê bên vekirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Fransayê Pascal Confavreux di daxuyaniya roja Pêncşemê de diyar kir ku bi taybetî ji ber cidiyeta pêşketinên roja Çarşemê yên li Lubnanê û rewşa li Şerîaya Rojava, nîqaşên li ser rawestandina Peymana Hevkariyê ya YE-Îsraîlê dibe ku dîsa têkeve rojevê.

Confavreux destnîşan kir ku ev îhtîmal ne tenê di asta Ewropayê di heman demê de dibe ku danekirinên neteweyî jî bên nîqaşkirin.

Berdevkê Fransayê ew mafê Îsraîlê yê parastina xwe qebûl dikin lê destnîşan kir ku operasyonên leşkerî yên berdewam dikin “nayên qwbûlkirin”.

Confavreux anî ziman ku siyaseta Îsraîlê tenê tundûtûjiyê mezin nekir, di heman demê de îhtîmala çareseriyek siyasî jî ji holê rakir û ev yek bi bandor herêmê ber bi rewşek bêçare ve bir.