Îranê pêşniyara agirbesta du qonaxî ya DYE’yê red kir
Îranê pêşniyara agirbesta du qonaxî ya DYE’yê red kir.
Îranê pêşniyara agirbesta du qonaxî ya DYE’yê red kir.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA ragihand ku rêveberiya Tehranê bersiva pêşniyara DYE’yê bi rêya Pakistanê şandiye da. Li gorî IRNA’yê, Îran diyar kir ku di şert û mercên heyî de agirbestê qebûl nake. Rêveberiya Tehranê destnîşan kir ku li şûna çareseriyên demkî, divê şer bi qebûlkirina daxwazan bi awayekî mayînde bi dawî bibe.
Yek ji bersiva Îranê Tengava Hurmuzê bû. Tehranê protokolek xwest ku bi bidawîbûna pevçûnên li herêmê re divê derbasbûna ewle ya tengavê were mîsogerkririn. Li gorî nûçeya IRNA’yê di nava daxwazên Îranê de “rakirina danekirinên aborî" û “piştî şer piştgiriya pêvajoya ji nû ve avakirinê were kirin” cih digirin.