IAEA hişyarî da: Êrîşên nêzîkî santrala nukleerî ya Îranê dibe ku rê li ber qezayek radyolojîk veke
Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî diyar kir ku êrîşên li ser santrala nukleerî ya Bûşehrê dibe xetereyek radyolojîk a berfireh çêbike.
Serokê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî diyar kir ku êrîşên li ser santrala nukleerî ya Bûşehrê dibe xetereyek radyolojîk a berfireh çêbike.
Dîrektorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi li ser êrîşên leşkerî yên nêzîkî santrala nukleerî ya Bûşehrê ya Îranê hişyarî da.
Grossi diyar kir ku her zerara ku bide xebatên tesîsê dibe ku rê li ber "qezayek radyolojîk a mezin ku bandorê li herêmek berfireh li Îranê û derveyî wê bike" veke û banga “xwînsariyê” ji bo pêşîgirtina li xetera qezayek nukleerî dubare kir.
Di êrîşa herî dawî ya ku şeva Sêşemê hat ragihandin ku mûşek li erdê santralê ketiye. IAEA berê êrîşek piştrast kiribû ku di 17’ê Adarê de êrîşek pêk hatiye û destnîşan kir ku di her du bûyeran de jî zerara li santralê nehatiye ragihandin.