Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 42 karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji dema ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê yên ku 2’yê Adarê de dest pê kirine, 42 karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê daxuyand ku 42 karmendên tenduristiyê di êrîşên Îsraîlê de hatine qetilkirin. Wezaretê vê yekê wekî "astengkirina bi zanebûn a hewldanên rizgarkirinê" û binpêkirina eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî bi nav kir.

Di daxuyaniyê bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî hat kirin ku ji bo rawestandina êrîşan demildest gav bavêjin.

Wezaretê anî ziman ku kiryarên bi vî rengî tundûtûjiyê kûrtir dikin û gefê li nirxên mirovî dixwin.

Her wiha li Nebatuyeyê qetilkirina du karmendên tenduristiyê rastî bertekan hat. Hat ragihandin ku Elî Caber û Wejud Suleyman dema ku ji bo rizgarkirinê diçûn motosîkleta wan hedef hat girtin û jiyana xwe ji dest dan.

Wezaretê êrîş şermezar kir û ragihand ku karmendên tenduristiyê cilên fermî li xwe kiribûn û li ser wesayîta wan nîşanên ambulansê û çirayên hişyariyê hebûn.

HEJMARA MIRIYAN GIHÎŞT 1094’AN Û BIRÎNDARAN JÎ  3119’AN

Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku ji 22yê Adarê ve hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 1094’an û di 24 saetên dawî de 22 kes hatine qetilkitin. Hejmara birîndaran gihîştiye 3119’an.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ji ber zêdebûna êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê zêdetirî 130,000 kes ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûne û zêdetirî milyonek kes di hundirê Lubnanê de koçber bûne.