Îranê 14 mûşekên balîstîk avêtin Qeterê

Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku wan mûşek avêtine Qeterê. Wezareta Parastinê ya Qeterê diyar kir ku hemû balafirên bê mirov û ji 14 mûşekên balîstîk 13 jê hatine bêbandorkirin.

Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku wan mûşek avêtine Qeterê. Wezareta Parastinê ya Qeterê diyar kir ku welat ji aliyê mûşekên Îranê ve hatiye hedefgirtin, lê êrîş bi piranî hatiye bêbandorkirin.

Wezareta Parastinê ya Qeterê daxuyand ku 14 mûşekên balîstîk û çend wesayîtên bêmirov di êrîşê de hatine bikar anîn. Daxuyaniyê destnîşan kir ku 13 ji mûşekên balîstîk ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine îmhakirin û hemî balafirên bêmirov hatine bêbandorkirin.

Rayedaran destnîşan kirin ku yek ji mûşekan li deverek bêmirov ketiye û ti qurbanî çênebûne.

Her wiha li paytexta Iraqê Bexdayê teqîn û dengê sîrenan hatin ragihandin.

Nûçegihanên AFP’ê ragihandin ku li nêzîkî Herêma Kesk a Bexdayê ya ku tê parastin dûman dîtine. Herêma Kesk di serî de Balyozxaneya DYE’yê, gelek nûnertiyên dîplomatîk, rêxistinên navneteweyî û avahiyên hikûmetê lê ne. Her wiha tê zanîn ku gelek berpirs û siyasetmedarên payebilind ên Iraqî li vê herêmê dijîn.