Di êrîşên Îsraîlê de zêdetirî 100 zarok hatin qetilkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 2’yê Adarê ve berdewam dikin de 103 jê zarok bi tevahî 773 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1933 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ku ji 2’yê Adarê ve berdewam dikin de 103 jê zarok bi tevahî 773 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1933 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de zêdetirî 100 zarok hatine qetilkirin.
Li gorî rapora rojane ya wezaretê, ji destpêka êrîşên ku ji 2’yê Adarê de destpêkirine 773 kesan jiyana xwe ji dest dane û 1933 kes jî birîndar bûne.
Di raporê de hat diyarkirin ku di êrîşan de 103 zarok hatine qetilkirin û 326 zarok jî birîndar bûne. Wezaretê bal kişand ser bandora giran a êrîşan li ser sivîlan.