Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û baregeha Heşdî Şebî hatin bombebarankirin
Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û baregeha Heşdî Şebî ya li Qaîmê bûn hedef. Li gorî agahiyên destpêkê 5 kes birîndar bûn.
Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û baregeha Heşdî Şebî ya li Qaîmê bûn hedef. Li gorî agahiyên destpêkê 5 kes birîndar bûn.
Li iraqê 2 cihên cuda bûn hedefa êrîşan. Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê bi taybetî deverên nêzîkî Kampa Victory ku leşkerên DYE’yê lê ne û baregeha dijî terorê ya li Iraqê hatin bombebarankirin.
Her wiha hat ragihandin ku hêzên Emerîkî-Îsraîlî êrîşeke hewayî li baregeha Heşdî Şebî ya li navçeya Qaîmê ya bajarê Enbarê li rojavayê Iraqê kirin û di êrîşê de ji Lîwaya 45’emîn 5 kes birîndar bûn.