Rejîma Îranê werzişvanê 21 salî darve kir

Hate ragihandin ku şampiyonê karateya Kyokushin Sasan Azadvar, ê ku di çarçoveya protestoyên Îsfahanê de hatibû girtin, hat darve kirin.

Li Îranê, hat ragihandin ku şampiyonê karateya Kyokushin û çalakgerê 21 salî Sasan Azadvar, ê ku bi girêdayî protestoyên meha Rêbendanê yên li Îsfahanê hatibû girtin, di 30'ê Avrêla 2026'an de hatiye darve kirin. Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ku nêzî organên darazê ye cihê înfazê eşkere nekir, lê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) ragihand ku darvekirin li Girtîgeha Navendî ya Dastgerdê ya li Îsfahanê pêk hatiye.

Azadvar bi sûcdariyên "avêtina kevir, zerardana wesayîta polîsan, hewldana şewitandina minibusekê û teşwîqkirina gel ji bo serhildanê" cezayê darvekirinê girtibû.

Li gorî çavkaniyên IHRNGO:

Azadvar di 3'ê Rêbendanê de hatibû binçavkirin. Îfadeyên ku ji aliyê dewletê ve hatine pêşkêşkirin û tê îdiakirin ku bi zorê hatine girtin, di dadgehê de wekî delîl hatine bikaranîn. Piştrastkirina serbixwe ya derbarê pêvajoya dozê de ne gengaz e. Malbata wî di 28'ê Avrêlê de ji bo hevdîtina dawî gazî girtîgehê hatibû kirin.

Azadvar, bû kesê dehemîn ê ku bi girêdayî protestoyên Kanûna 2025 - Rêbendana 2026'an hatiye darve kirin. Înfaza cezayên darvekirinê yên ku derbarê gelek çalakgeran de hatibûn dayîn, ji 19ê Adarê ve dîsa dest pê kiribû.

Li gorî daxuyaniyên rayedaran, di hefteyên dawî de li girtîgehên cuda herî kêm neh çalakgerên din hatine darvekirin. Her wiha hat ragihandin ku ji 18'ê Adarê vir ve, girtiyên siyasî yên ku tê gotin bi komên mûxalif ên qedexekirî re têkildar in û hin kesên ku bi sîxuriyê dihatin sûcdar kirin jî hatine darvekirin.

Bi darvekirina Sasan Azadvar re, tê diyarkirin ku di nav de jin û ciwanên ku dema hatine girtin temenê wan bin 18 saliyê de bûn jî hene, herî kêm 43 kes di bin rîska darvekirinê de ne.