Rejîma Îranê Hewlêr, Nînowa û Bexdayê hedef girt
Rejîma Îranê kampên Azadî û Amirî yên li Koyê, Kampa Heşdî Şeebî ya Musilê û balafirgeha Bexdayê hedef girt. Di êrîşan de windahiyên canî çênebûn.
Rejîma Îranê kampên Azadî û Amirî yên li Koyê, Kampa Heşdî Şeebî ya Musilê û balafirgeha Bexdayê hedef girt. Di êrîşan de windahiyên canî çênebûn.
Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de, di roja 12’an de dewam dike. Hêzên rejîma Îrîanê êrîşên xwe yên li ser baregehên Başûrê Kurdistanê û Iraqê didomîne.
Hate ragihandin ku komên Azadî û Amirî yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê ku hêzên Rojhilatî dimînin, bi fuze û droneyan hate bombebarkirin û di êrîşê de windahiyên canî çênebûne.
Hate diyarkirin ku 4 balafirên bê mirov ku Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê hedef girtin, hate xistin.
Hate ragihandin ku du êrişên hewayî li dijî baregeha Alaya 24 ya Tûgaya 59 ya Heşdî Şeebî ya li sînorê parêzgeha Nînovayê hatiye kirin.