Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir
Rejîma Îranê girtiyên siyasî Babak Elipur û Puya Gobadi Bistuni darve kir.
Rejîma Îranê girtiyên siyasî Babak Elipur û Puya Gobadi Bistuni darve kir.
Rejîma Îranê bi îdîaya ku endamê Mucahîtên Gel e Babak Elipur (33) û Puya Gobadi Bistuni (34) serê sibehê darve kir.
Darvekirin di demeke welê de hate kirin ku ji derve ve Îsraîl û DYE êrişî Îranê dikin, li hundir jî polîtîkayên zext û darvekirinê zêde bûye.
Derçûyê hiqûqê Babak Elipur û endezyarê elektrîkê Puya Gobadi Bistuni bi sûcdariyên siyasî hatibûn darizandin û cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.
Li gorî parêzvanên mafên mirovan di dema binçavkirin, lêpirsîn û ragirtinê de êşkence, sewqa bi zorê û tecrîd li herdu girtiyan hatibû ferzkirin.