Rêberê nû yê olî yê Îranê peyama xwe ya yekem bi nivîskî da

Rêberê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xameneyî, di peyama xwe ya nivîskî ya ku di televîzyona dewletê de hate xwendin de bang li gel kir ku bibin yek. Xameneyî, hişyariya ku baregehên DYA’yê dikarin bibin armanc da.

Rêberê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xameneyî, bi daxuyaniyeke nivîskî ya ku di televîzyona dewletê de hat xwendin, bang li gel kir ku bibin yek û xwest ku beşdarî çalakiyên Roja Qudsê bibin.

Roja Qudsê ya ku her sal tê lidarxistin, bi armanca protestokirina kontrola Îsraîlê ya li ser Qudsê û nîşandana piştgiriya bi gelê Filistînê re tê lidarxistin.

Xameneyî di peyama xwe de diyar kir ku “eniyê berxwedanê” parçeyekî jêneveger ê nirxên bingehîn ên Şoreşa Îslamî ya Îranê ye û spasiya hevkarên Îranê yên li herêmê kir. Rêberê nû yê olî, ji ber piştgiriya wan a ji bo “Eksena Berxwedanê” ya li Yemen, Libnan û Iraqê, minetdariya xwe anî ziman.

Rêberê nû di daxuyaniya xwe de her wisa hişyarî da ku Îran dikare baregehên leşkerî yên DYA’yê yên li herêmê bike armanc.

Xameneyî bang li welatên Kendavê kir û got ku divê ev welat baregehên Amerîkî yên li ser axa xwe bigirin.

Xameneyî bi gotinên “Li hemberî êrîşkarên xaka me ya ezîz helwesta xwe zelal bikin. Divê hûn êdî fêm bikin ku sozên DYA’yê yên ku dibêjin dê ewlehî û aştiyê bînin, tenê ji derewekê pêk tên”, parast ku Îran di êrîşên xwe de bêyî ku zirarê bide welatên cînar, tenê baregehên Amerîkayê dike armanc.

Rêberê nû yê olî da zanîn ku Îran “ji heyfgirtina xwîna şehîdên xwe paşve nasekine” û diyar kir ku ger pêwîst bike dê ji dijminên xwe tezmînatê bixwazin, heger ev ne pêkan be jî dê mal û milkên wan bikin armanc.

Xameneyî her wisa destnîşan kir ku divê Îran parastina xwe bidomîne û diyar kir ku girtina Tengava Hurmuzê jî dikare lola amûreke zextê were bikaranîn.