Rageşiya li xeta Sûriye-Iraqê zêde dibe

Artêşa Sûriyeyê li ser sînorê Iraqê dest bi bicihkirineke mezin a leşkeran kir. Li gorî çavdêran ev yek bes ne bi armanca parastin yan jî ewlehiyê ye di heman demê de têkildarî amadekariyên şer û pevçûneke muhtemel a li gel hêzên Haşdî Şabiyê ye.

Bicihkirina leşkerî ya berfireh a artêşa Sûriyeyê li ser sînorê Iraqê daye destpêkirin, rageşiya li herêmê zêde dike. Çavdêr diyar dikin ku ev yek bes ne ji bo ewlehiya sînor yan jî têketina endamên DAÎŞ’ê ye di heman demê de têkildarî amadekariyên şer û pevçûneke muhtemel a li gel hêzên Haşdî Şabiyê ye.

Çavkaniyên Ewlehiya Iraqê dan zanîn ku Iraqê telîmat daye ku ji hin xalên li rojavayê Iraqê artêş û yekîneyên xwe vekişînin.

Lê belê Serokê Şaneya Medyaya Ewlehiya Iraqê Saad Maan diyar kir ku ev yek nerast in.  

Li hemberî vê yekê hin çavkanî dibêjin ku bi taybetî li bajarê Enbarê xalên leşkerî yên hevpar tên bikaranîn di demên dawiyê de ji ber ku ji aliyê DYE û Îsraîlê ve  tên hedefgirtin hêzên li wir vekişiyane.

Her wiha tê diyarkirin ku rageşiya ewlehiya li ser xeta Iraq-Sûriyeyê jî zêde dibe. Tê ragihandin ku Haşdî Şabî û komên nêzîkî Îranê derbasî rewşa alarma bilind bûne û balafirên şer ên aîdî koalîsyona navneteweyî li herêmê çalak in.  

Li gorî nirxandinên li qadê, ger artêşa Sûriyeyê di şer û pevçûnên heyî de li ba DYE û Îsraîlê cih bigire wê Haşdî Şabî û komên mutefîk li ser xeta sînor pêngavên tedbîrê bistînin.

Pisporê ewlehiyê Ahmed el-Amid ji ANF’ê re axivî û bi baldarî nêzî îdîayan dibe. Ahmed el-Amid diyar kir ku tu feydeyeke stratejîk a şer û pevçûneke Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed el-Şara ya li gel Iraqê tune ye û got ku senaryoyeke bi vî rengî ji bo rêveberiya Şamê rîskeke mezin e.

Li gorî pisporan, sînorê Sûriye-Iraqê weke xeteke xwedan rîsk e. Ahmed el-Amid diyar kir ku sedema vê liv û tevgera leşkerî şopandina komên berxwedêr ên Iraqî yên girêdayî Îranê ye û destnîşan kir ku Muhafizên Şoreşê yên Îranê ji rêveberiya Sûriyeyê re hişyariyek şandine û diyar kirine ku ger tevlî şer û pevçûnên heyî bibe ew ê Sûriyeyê hedef bigirin û gef xwarine.

Her çend rêveberiya Şamê bi daxuyaniyeke fermî da zanîn ku liv tevgera leşkerî bi hinceta ‘’pêşîlêgirtina têketina DAÎŞ’ê’’ hatiye kirin jî çavdêr diyar dikin ku dibe hesabên tevlihevtir hebin û ev yek têkildarî amadekariyên şer û pevçûneke muhtemel a li gel hêzên Haşdî Şabiyê ye. Nebaweriya aliyan zêde dibe: Hizbullah û komên girêdayî Îranê bi fikar in ku artêşa Sûriyeyê li dijî wan hatiye bicihkirin; rêveberiya Şamê jî di heman demê de ji ber avakirina hevsengiyên nû yên ji aliyê Hizbullah û komên Iraqî bi fikar e.

Ev hemû  geşedan nîşan didin ku li ser xeta sînor a Iraq-Sûriyeyê ihtîmala şer û pevçûnên herêmî zêde dibe û xeta sînor dike eniyeke şerî ya gelekî hesas û ji bo şerî germ dibe.