Qada hewayî ya Iraqê wê 72 saetên din girtî bimîne

Rêveberiya Balafirgeha Sivîl a Iraqê (ICAA) diyar kir ku biryara girtina qada hewayî ji bo 72 saetên din hatiye dirêjkirin.

Rêveberiya Balafirgeha Sivîl a Iraqê derbarê dema dirêjkirina girtina qada hewayî ya Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetên din jî, li hatin û çûyîna balafiran hatiye girtin. Li gorî daxuyaniyê biryar îro saet 12:00’an ketiye meriyetê. Heman daxuyaniyê de hate gotin ku biryar di encama nirxandina rewşa herêmê û ewlekariyê de hatiye girtin û wê li gorî pêşketinan carek din were nirxandin.

Hêjayî gotinê ye ji ber şer û aloziya di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de, Iraq jî di nav de gelek welatên herêmê qada xwe ya hewayî ji çûn û hatina balafirên sivîl re girtiye.