Hûsiyên li Yemenê ku nêzî Îranê ne, di çarçoveya rageşiya bi DYA û Îsraîlê re de gefeke nû ya rêya deryayê xwarin.
Li gorî nûçeya di rojnameya HLN (Het Laatste Nieuws) a Belçîkayê de cih girtiye, Hûsiyan ragihand ku ew dikarin Tengava Bab el-Mendeb a ku Deryaya Sor bi Okyanûsa Hindê ve girê dide, ji bo keştiyên diçin benderên DYA û Îsraîlê bigirin.
Tengava ku di navbera Yemen, Cîbûtî û Erîtreyê de ye, tevî ku firehiya wê tenê nêzî 26 kîlometreyan e jî, wekî xala derbasbûnê ya krîtîk a bazirganiya gerdûnî tê dîtin. Nêzî %12’ê bazirganiya petrola cîhanê di vê rêyê re derbas dibe û beşeke girîng a bazirganiya deryayî ya di navbera Ewropa û Asyayê de li ser vê xetê pêk tê.
DIBETIYA KRÎZA DUYEMÎN
Ev gef piştî ku Îranê Tengava Hurmizê bi awayekî pratîkî girt, hat xwarin. Serokê DYA’yê Donald Trump ji bo vekirina tengavê ji hevalbendên NATO’yê piştgirî xwest; lê welatên Ewropayê, bi taybetî Elmanya, ji destwerdaneke leşkerî re dûr disekinin. Di vê pêvajoyê de hedefgirtina Bab el-Mendebê ji aliyê Hûsiyan ve, îhtîmala krîzeke duyemîn a mezin di bazirganiya deryayî ya gerdûnî de anî rojevê.
VEGUHASTINA DERYAYÎ JIXWE TÊ BANDORKIRIN
Tevî ku tengav hîn nehatiye girtin jî, bandorên gefê li ser veguhestina deryayî dest pê kirine. Hin pargîdaniyên mezin ên konteyneran ji ber sedemên ewlehiyê tercîh dikin ku di herêmê re derbas nebin. Heke keştiyên bazirganiyê nekaribin vê rotayê bi kar bînin, dê neçar bimînin ku di serê "Gava Hêviyê" (Cape of Good Hope) ya li başûrê Afrîkayê re herêmê dewr bikin. Ev rewş jî dibe sedema dirêjbûna demên barkirinê, zêdebûna lêçûnan û bilindbûna bihayên petrol û hilberên xerckirinê.
DIBE KU JI KRÎZA 1973'AN BIBORÎNE
Pisporên enerjiyê hişyariyê didin ku heke ligel krîza li Tengava Hurmizê, Bab el-Mendeb jî bê girtin, dê di bazara petrola gerdûnî de şokeke pir giran rû bide. Pispor Arta Moeini diyar kir ku heke girtina Tengava Bab el-Mendeb li girtina Tengava Hurmizê bê zêdekirin, "krîza yekemîn a petrolê ya sala 1973'an" dê li hemberî vê hema hema bêbandor bimîne.
Di krîza sala 1973’an de bihayê petrolê nêzî 4 qatan zêde bûbû û bermîla wê derketibû 11,65 dolaran. Vê rewşê di aboriyên Rojavayî de bûbû sedema sekneke kûr, enflasyona bilind û kêmasiya sotemeniyê.