Pezeşkiyan: Dibe em neçar bimînin ku Tehranê vala bikin

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku ji ber krîza avê li paytext Tehranê dibe di hefteyên pêşiya me de tedbîr bên girtin, eger rewş hîn xirabtir jî bibe wê tahliyekirina bajar bibe rojev.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan daxuyanî da medyaya Îranê. Pezeşkiyan bal kişand ser hişkesaliya li welêt û kêmbûna çavkaniyên avê û diyar kir ku ji bo bikaranîna av û enerjiyê êdî divê teserrûf were kirin.

Pezeşkiyan ev tişt got, “Îran niha rû bi rûyê krîzên xwezayî yên mîna baranên kêm û tunebûna çavkaniyên avê ye. Eger di demê pêş de baran nebarin, ji meha bê û şûnde em ê neçar bimînin ku li Tehranê teserrûfa avê bikin. Eger ji vir û şûnde jî baran nebare, av wê bi temamî tune bibe û em ê neçar bimînin ku Tehranê vale bikin.”

Pêdiviya avê ya Tehranê ji bendavên Emir Kebir, Lar, Mamlu, Talikan û Latyan tê pêşwazîkirin. Lê belê li gorî daneyên Saziya Meteorolojiyê ya Îranê, îsal rêjeya baranê ya li paytextê di bin sedî 40’ê de ye.