PDK'ê Serokkomarê nû yê Iraqê red kir!

PDK'ê ragihand ku ew Nizar Amêdî nas nakin ku doh bû Serokkomarê Iraqê.

Namzetê YNK'ê Nizar Amêdî di dengdana li parlamenta Iraqê de di encama tûra duyemîn de ji bo Serokkomariya Iraqê hate hilbijartin.

Piştî ku Nizar Amêdî bû serokkomarê Iaqê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ku ew Nizar Amêdî weke nûnerê piraniya Kurdan qebûl nakin û ewê bi Nizar Amêdî re danûstandinan nekin.

Li gorî PDK dibêje pêvajoya hilbijartina serokkomarê Iraqê li derveyî peyrewa navxweyî ya Parlamenta Iraqê bû.