Parlamenterê Iraqê Yasir Eskender têkildarî binpêkirina xaka Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk ve ji çapemeniyê re axivî û got: “Operasyonên leşkerî û binpêkirina erdewam a sinorên Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirkiye ve, binpêkirinek eşkere ya yasayên navdewletî ye. Ev kiryar binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û nayê qebûlkirin.”
Yasir Eskender da zanîn ku pêwîste hikûmeta Iraqê li dijî van binpêkirinên li ser xaka Iraqê hewldanek cidî ya dîplomasî bike daku bikare parastina sivîlan a li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê mîsoger bike.
Di dawiyê de jî Yasir Eskender got ku mafê Iraqê heye parastinê li ser serweriya xwe bike û li dijî her hebûnek leşkerên biyanî ya li dervey lihevkirinên fermî, rabe. Her wiha da zanîn ku bêdengbûna li hemberî vê mijarê rê diveke daku ev binpêkirin hertim dubare bibin.