Ozsoy: Kurdan sosyopolîtîk a Îranê baş nirxandin û biryar dan

Plana Trump a li stratejiya Îranê ku dixwest Kurdan bike 'hêza bejahî' li nava aktorên herêmî bersiva xwe nedît. Hişyar Ozsoy destnîşan kir ku di siyaseta hêzên navneteweyî de biryardariya nebûyîna 'piyon' hate nîşandan.

HIŞYAR OZSOY

Parlamenterê berê yê HDP'ê û siyasetmedar Hişyar Ozsoy stratejiya şer a Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump a li ser Îranê û sekna Kurdan nirxand.

Hişyar Ozsoy anî ziman ku Îran ji aliyê operasyonî ve zerareke cidî dîtiye, lê belê eger ji aliyê stratejîk ve guhertineke rejîmê nebe hem Îsraîl hem jî Emerîka wê weke têkçûnên vî şerî bêne dîtin û got, "Di nava vê demê de Kurdan ji bo parastina xwe, bajarê xwe, astengkirina şer a li bajarên Kurdan, avakirina dînamîkên parastinê polîtîkaya 'bisekine-bibîne' meşandin. Naxwe, eger rejîm nekeve dibe ku kampanyayên gelekî xurt ên tolhildanê bida destpêkirin; bawerim hesabê vê yekê kirin. Bi kurtasî baweriya xwe bi Emerîkayê neanîn; dawiya vî şerî nedîtin. Piştî ku garantî ji wan re nehate dayin, nexwestin bibin piyonê siyaseta hinekan."

Siyasetmedar Hişyar Ozsoy işaret bi tecrûbeya li Rojava kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Me dît bê Emerîka çawa dikare ji nişka ve pozîsyona xwe biguherîne. Bêguman ev yek rewşeke krîtîk e û bêguman Kurdan ev yek anîn bîra xwe. Lê belê ji bilî vê yekê tecrûbeyên berê jî hene. Mînak; bûyerên li Mahabadê bi serê Kurdan ve hat. Her wiha di sala 1991'ê de di Şerê Kendavê yê Yekemîn de Emerîkayê dema êrişî Iraqê kir bang li Kurdan kiribû ku serî rake. Kurdan serî rakiribûn, lê belê ew li naverastê hatibûn hiştin. Piştî ku mijar tevlîhev bû, 'herêmeke li firînê qedexe' hatibû ragihandin. Di meseleya Kerkûkê ya sala 2017'an de me helwesta Emerîkayê dît.

Lewma Kurd bi vê zanin: Hêzên global û herêmî xwedî berjewendiyên emperyal û neteweyî ne. Dem bi dem ev berjewendî dikare nêzî berjewendiyên Kurdan bibin, dem bi dem jî dikarin ji hev cuda bin. Ev yek qadeke siyasetê ya reel e. Li Rojava jî bi heman rengî bû; pêvajoya ku di çarçoveya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de destpê kir, piştî ku li Sûriyeyê merc guherîn, tifaq jî guherîn. Emerîkayê got, 'Ez ê bi Şamê re bixebitim'. Berê fîgurê Esad hebû; niha fîgurek heye ku Emerîkayê ew terbiye kiriye û kravat xistiye stuyê wî. Bi rêya wî, wê hem têkiliyên Sûriye-Îsraîlê hem jî hevsengiyên herêmê ava bikin.

Di vê çarçoveyê de meseleya Kurd veguherand meseleyeke navxweyî ya Sûriyeyê. Emerîka bêyî ku li ber xwe bikeve got, 'Doh doh bû, îro îro ye' û pozîsyon cud akir. Ev jî derseke gelekî girîng e û dema ku hesabên Îranê hate kirin, tekez vê yekê bandor lê kir. Bi dîtina min di dînamîkên navxweyî yên Îranê de cudahiyên gelekî cidî hene."

Têkildarî van cudahiyan Hişyar Ozsoy got, "Îran ne weke Sûriyeyê ye. Sûriye jeopolîtîkeke welê ye ku siyaseta Rojhilata Navîn diyar dike, lê belê bandora wê ya li ser asta navneteweyî kêm e. Halbûkî Îran hem li ser asta herêmî hem jî navneteweyî bi bandor e; têkiliyên bi Çîn û Rûsyyaê re, hevsengiyên bi Ewropa û Emerîkayê re. Guherîn an jî şerkeî li Îranê ne tenê hevsengiya herêmî yekser bandorê li xetên enerjiyê, bazirganiyê û pêla koçê ya navneteweyî dike.

Ji ber vê jî dosya Îranê gelekî mezin e. Kurd ji sedî 10 ê nifûsa Îranê ye û ew îhtimal nîne ku bi tena serê xwe rah^jee çekan û rejîma li Tehranê biguherîne; ev şênber e. Her wiha tifaqeke bi Belûc, Ereb û Azeriyan re jî dibe ku têra vê neke. Ji ber ku nifûsa ne Fars bi giştî ji sedî 40 e, herî zêde ji sedî 50 ye. Nîvê din ê civakê ji Farsan pêk tê. Her wiha beşeke girîng a Azeriyan jî piştevanên rejîmê ne; Xamaney bi xwe Azerî ye. Beşeke girîng a Ayetûllahan û fermandarên Muxafizên Şoreşê Azerî ne.

Mebesta min ew e; dema ku mirov avaniya sosyolojîk û demografîk a Îranê û têkiliyên bi rejîmê re bihesibînıin; piştgiriya leşkerî ya Emerîka û Îsraîlê hebe jî di nava beşên girîng ên civakî de heta ku tifaqeke xurt û muxalefeteke alternatîf neyê afirandin, nepêkan e ku ew rejîm hilweşe. Kurdan hesabê vê kirin. Aktorên xwecihî, dînamîk û hevsengiyên navxweyî ıyên li Îranê baş dîtin. Yanî ne tenê tecrûbeya Rojava yan jî tirs û fikara hiştina di nîvê rê de; di heman demê de sosyopolîtîka Îranê baş nirxandin û biryar dan. Li gorî tiştên tê dîtin, wan şaşitî nekirin; guhertina rejîmê di halê hazir de zehmet xuya dike."