NY: Divê berpirsyarên bûyerên li Siwêdayê hesab bidin

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku divê berpirsyarên êrîşên meha Tîrmehê ya li bajarê Siwêda yê Durziyan bûyî sedema mirina zêdeyî 1.700 kesan, hesab bidin.

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî bûyerên tundiyê yên ku Tîrmeha sala borî li wîlayeta Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê qewimîn, rapor weşand û ragihand ku hem hêzên hikûmeta Sûriyeyê hem jî komên Durzî binpêkirinên giran pêk anîn.

Li gorî NY’ê, di bûyerên tundiyê yên 14-19’ê Tîrmehê de zêdeyî 1.700 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 200 hezar kes ji cihên xwe hatin kirin.

Di raporê de her wiha hate diyarkirin ku êrîşên hewayî yên Îsraîlê jî bûye sedema birîndarbûn û mirina sivîlan.

BANGA HESAB DAYÎNÊ

Komîsyonê diyar kir ku bi deh hezaran kesên ku li Siwêdayê ji cihên xwe hatine kirin, nikarin vegerin malên xwe.

Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya NY’ê Paulo Pinheiro diyar kir ku hemû berpirsyar, statu û nasnameya wan çi dibe bila bibe divê hesab bidin. Pinheiro ji bo car din li herêmê ewlehî were avakirin, banga edalet û diyalogê kir.