Netanyahu talîmat da ku rasterast muzakere bi Lubnanê re bê kirin
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ji bo bêçekkirina Hizbûllahê û avakirina têkiliyên aştiyê talîmat da ku rasterast muzakere bi Lubnanê re bê kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ji bo bêçekkirina Hizbûllahê û avakirina têkiliyên aştiyê talîmat da ku rasterast muzakere bi Lubnanê re bê kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ragihand ku talîmat daye kabîneya xwe ku rasterast bi Lubnanê re dest bi muzakereyê bikin.
Di daxuyaniya ji ofîsa Serokwezîr hat dayîn de Netanyahu, bi îşaret bi bangên berê yên Lubnanê ji bo muzakereyên rasterast kir û got, "Min talîmat daye kabîneyê ku demildest bi Lubnanê re dest bi muzakereyê rasterast bikin."
Li gorî daxuyaniyê, rojeva sereke ya muzakereyê bêçekkirina Hizbullahê û di navbera Îsraîl û Lubnanê de "têkiliyên aştiyê" bên avakirin.
Her wiha aliyê Îsraîlê daxuyand ku ew banga Serokwezîrê Lubnanê ya ji bo bêçekkirina Beyrûdê “teqdîr” dikin.