Netanyahu piştrast kir: Li Xezeyê operasyoneke mezin a berfireh a bejahî destpê kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu roja Sêşemê daxuyaniyek da û ragihand ku 'operasyona bejahî ya berfireh a mezin' a li Xezeyê doh bi şev destpê kir.

Li gorî agahiyên ku Haaretzê ragihand, Netanyahu got, "Îsraîl di qonaxeke krîtîk de ye." Netanyahu di destpêka îfadeya xwe de ya li doza nelirêtiyê ya li Dadgeha Herêmê ya Tel Avîvê got, "Ji ber bûyerên ku îro diqewimin, nepêkane ku ez li gorî daxwazên dadgehê tevbigerim."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyona bejahî ya bi navê 'Operasyona Wesayitên Gideon II' bi qasî ku pêwîstî pê hebe wê dewam bike.

Li gorî daneyên ku artêşê da, hin ji yekîneyên wan şeva Duşemê ketin navenda Xezeyê; tê plankirni ku rojên bê bi beşdariya yekîneyên nû operasyon bê berfirehkirin.

JI SEDÎ 40 Ê BAJARÊ XEZEYÊ HATIYE DAGIRKIRIN

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku heta niha ji sedî 40 ê bajarê Xezeyê kontrol kirine û ji bo temamiya bajêr kontrol bikin şert û merc ava bûne. Li aliyê din tê gotin, Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir hişyarî daye ku operasyon dikare rewşa dîlgirtiyan hîn bêhtir bixe nava xeteriyê.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku bang li sed hezaran leşkerên cihgir kiriye û heta niha nêzî ji sedî 80 ê van leşkeran berê xwe dane eniyê. Tê gotin, seferberiya hêzên cihgir heta çaryeka destpêkê ya sala 2026'an dikare dewam bike.

Artêşê ragihand ku dema operasyona bejahî nehatiye diyarkirin, lê belê di rewşeke gengaz a danûstandin an jî lihevkirinê de dikrae bi lez karên leşkerî bêne rawestandin.

TRUMP HAMAS SÛCDAR KIR: JI XETA SOR DERBAS NEBIN

Di vê navberê de Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku wî raporek xwendiye ku tê de dibêje, Hamasê ji bo dîlgirtiyan li hemberî operasyona bejahî ya Îsraîlê weke mertala mirovî bi kar bîne derxistiye ser rûyê erdê.

Serokê DYE'yê lîderên Hamasê weke 'sûcê mirovahiyê yê kêm tê dîtin' pênase kir û hişyarî da. Her wiha hişyarî da wan ku ji xeta sor derbas nebin û dîlgirtiyan tavilê berdin.

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: 21 BERPIRSYARÊN CÎHAT A ÎSLAMÎ HATIN KUŞTIN

Li gorî nûçeya I24Newsê jî artêşa Îsraîlê nasnameya 21 payebilindên Cîhat a Îslamî eşkere kir ku li Xezeyê hatin kuştin. Di nûçeyê de wêneyên berpirsyarê rêxistinê hatin weşandin ku hate gotin ku hatine kuştin.