Netanyahu armancên şer eşkere kir: Em ê kapasîteya nukleer û mûşekên Îranê tune bikin

Di nava maseya şetrencê ya lîstikvanên herêmî û navdewletî de serweriya Iraqê hatiye perçiqandin û Şengal bûye qurbana bêserûberiya kontrolkirî. Heya ku Bexda hişmendiya xwe ya navendperest neguhere û Şengal di navbera Hewlêr û navendê de wekî karteke baz

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê şerê li dijî Îranê de nirxandin kir.

Netanyahu anî ziman ku ew “ji berxwedana" gelê Îsraîlê serbilind e û bersiv da îdiayên ku ji ber rêveçûna şer di navbera Îsraîl û DYE’yê de nakokî hene.

Netanyahu destnîşan kir ku Îsraîl di operasyonên li dijî Îranê de sê armancên sereke danîne pêşiya xwe û wiha rêz kir, “Bi tevahî jiholêrakirina" bernameya nukleerî û kapasîteyên mûşekên balîstîk ên Îranê û ji bo gelê Îranê şert û mercên ku “çarenûsa xwe diyar bike" bên afirandin.

Netanyahu bi bîr xist ku 20 roj ji şer derbas bûne û got, "Îran niha ne xwedî kapasîteya dewlemendkirina uranyûmê an jî hilberîna mûşekên balîstîk e. Em ê vê kapasîteyê bi tevahî ji holê rakin."

'ŞER WÊ HETA KU PÊWÎST BE BERDEWAM BIKE'

Netanyahu derbarê dema şer de jî diyar kir ku wê "heta ku pêwîst be" berdewam bike û îdia kir ku hevsengiya hêza li Rojhilata Navîn guheriye. Netanyahu îdîa kir ku Îsraîl "ji her demê bihêztir e" û Îran "ji her demê qelstir e" û diyar kir ku wan derbeyên giran li binesaziya pîşesaziyê ya Îranê xistine.

TÊKILIYÊN BI DYE’YÊ RE

Netanyahu îdiayên ku Îsraîlê DYE kişandiye nav şer red kir û hevkariya bi Donald Trump re wekî "di dîrokê de mînaka wê tuneye” bi nav kir.

Netanyahu îdîa kir ku Trump biryarên xwe bi serbixwe dide û got, "Ez nafikirim ku kes dikare ji Trump re bêje ka çi bike."

NÎQAŞA LI SER ÊRÎŞA TESÎSA ENERJIYÊ

Di civîna çapemeniyê de êrîşa li ser qada gaza xwezayî ya Parsa Başûr a Îranê jî hat rojevê. Netanyahu anî ziman ku Îsraîlê "bi tena serê xwe" ev êrîş pêk aniye. Netanyahu  bersiva pirsa gelo Trump berê hat agahdarkirin an na, bê bersiv hişt.

Her wiha derbarê gelo DYE ji êrîşê haydar bû yan na daxuyaniyên nakok da . Trump berê diyar kiribû ku agahiya Washingtonê ji êrîşê tunebû.

Netanyahu derbarê îdiayên ku wan DYE’yê xistiye nava şer de got, "Min kes nexapandiye" û îdia kir ku Washington jixwe çalakiyek li dijî bernameya nukleerî ya Îranê pêwîst dît.