Navendên Besicê yên li Tehranê hatin xistin
Balafirên şer ên Îsraîlê li Tehranê navendên kontrolê yên milîsên Besic yên Muhafizên Şoreşê, hedef girt. Êrîşî Balafirgeha Mehrebadê ya Tehranê jî hate kirin.
Balafirên şer ên Îsraîlê li Tehranê navendên kontrolê yên milîsên Besic yên Muhafizên Şoreşê, hedef girt. Êrîşî Balafirgeha Mehrebadê ya Tehranê jî hate kirin.
Artêşa Îsraîlê piştî diyarkirina çend navendên Besîcê ya li Tehranê li dijî wan dest bi êrişeke esîmanî kiriye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farisî ya Îranê, balafirên bêmirov yên Îsraîlê çend bombe li çend taxên Tehranê barandine.
Hat diyarkirin ku hinek hêzên ewlehî û Besîc li herêmê bi cih bûbûn hatine kuştin.
Li Balafirgeha Mehrabadê ya li paytext Tehranê jî êrîş hat kirin.