Navbera DYE û Îranê êrîşên beramber pêk hatin. Televîzyona Dewletê ya Îranê diyar kir ku li bajarê Bender Abbas û Sirikê ya nêzî Kendava Hurmuzê, dengên teqînê hatin bihîstin.
Artêşa DYE’yê jî daxuyanî da û îdîa kir ku Îranê keştiyên bazirganiyê hedef girtiye, lewma li dijî Îranê gelek êrîşên xurt daye destpêkirin. CENTCOM’ê diyar kir ku Hêzên Fermandariya Navendî ya DYE’yê li dijî Îranê ku “muretebata sivîlan hedef girtiye”, gelek êrîşên hewayî da destpêkirin û got, “Êrîşkariya Îranê ne di cih de ye, xeter û binpêkirina eşkere ya agirbestê ye.”
Weke bersiva êrîşên DYE’yê, Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê diyar kir ku 85 nuqteyên leşkerî yên DYE’yê hatine hedefgirtin û destnîşan kir ku balafireke bêmirov a MQ-9 ku hewl dida mudaxileyî operasyonê bike, hate xistin.
Muxafizên Şoreşê got, “Artêşa DYE’yê îro heta siharê li peravê Mahşehr û Eyaleta Hurmuzganê li dijî baregeh û stasyonên sivîl êrîşa hewayî pêk anî, agirbest bi eşkere binpê kir û Peymana Îslamabad binpê kir.”