Muqtada el-Sadrî ji bo hilbijartinê banga boykotê kir

Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê ku wê di 11’ê Mijdarê de pêk bê, bi dengdanên taybet ên hêzên ewlehiyê, karmendên sektorên xizmetguzariyê û koçberan destpê kir.

Di vê demê de li Iraqê bêhtirî 1.3 milyon kes çûn ser sindoqan. Roja Sêşemê dê dengdana giştî pêk were û tê payîn ku nêzîkî 20 milyon dengdêr biçin ser sindoqan.

Serokê Tevgera Şîe ya Iraqê Muqteda el-Sedr, dubare kir ku partiya wî dê hilbijartinan boykot bike. Sadr, avahiya siyasî rexne kir û di hesabê xwe yê X’yê de got, "Ji bo namzetên xwedî tecrûbe deng dayîn tê wateya berdewamiya gendaliyê û bihêzbûna wan" û her wiha hêzên ewlehiyê berpirsiyar girt.

Sadr, pêvajo wekî "bi gendeliyê qirêj" bi nav kir û diyar kir ku ew ê bi van hêzan re tifaqê çêneke.

Bloka Sadr di hilbijartinên 2021’an de 73 kursî bi dest xistibû, lê piştre serok bi hinceta "gendeliyê" talîmat da wekîlên xwe ku îstifa bikin.