Keştiya balafiran a herî modern û herî mezin a hêzên deryayî yên DYE'yê USS Gerald R. Ford ji Rojhilata Navîn diçe û wê rojên bê ber bi baregeha xwe ya bingehîn a li Virginiayê ve bi rê bikeve. Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên DYE'yî ve hatin dayin, vegera keştiyê piştî demeke dirêj a wezîfeyê û pirsgirêkên teknîkî ji neçarî bû.
Tê gotin, keştiya ku nêzî 10 meh in li deryayê ye, pêwîstiya xwe bi lênêrîn û başkirineke lezgînî heye. Normal dema wezîfeyê ya keştiyên balafiran 6-7 meh in, lê belê Ford ji vê demê bêhtir ma.
USS Gerald R. Ford yek ji sê balafirên keştiyan ên DYE'yê yên li herêmê bû. Bi çûyîna keştiyê re hêzên êrişê yên Washingtonê yê li Rjohilata Navîn wê gelekî kêm bibe.
Ford beriya niha li peravên Venezuelayê di operasyonê de bû û piştre di çarçoveya şerê Îranê de li Rojhilata Navîn wezîfe kir.
LÊÇÛNA ŞER ZÊDE DIBE
Li aliyê din, Pentagonê ragihand ku maliyeta şerê Îranê li ser DYE'yê heta niha gihîştiye 25 milyar dolarî. Hate ragihandin ku piraniya vê lêçûnê li cebilxaneyan bû.