Meha Cotmehê li Îranê 48 kes hatin binçavkirin, 22 kes hatin cezakirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê meha nava meha derbasbûyî de 48 aktîvîst û welatiyên Kurd hatin binçavkirin û li 22 kesan jî cezayê girtîgehê hate birîn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hana bi raporekê ragihand ku di meha Cotmehê de li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê 48 welatî û çalakvanên Kurd bêyî fermana dadwer, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.

Heman raporê de hate diyarkirin ku bi giştî 25 sal bi ser 22 kesan de hate birîn ku 11 ji wan ji bo pêkanîna cezayê wan şandine girtîgehê.

Rêxistin da zanîn ku her wiha girtiyê siyasî yê Kurd bi navê Kawês Ebdulazade yê ji Mihabadê bi tometa ‘serhildanê’ hate darvekirin.

Li gorî rapora Rêxistina Hana de hatî ragihandin, ji destpêka salê ve 700 welatî û çalakvanên Kurd hatine binçavkirin ku piraniya wan bêyî fermana dadwer û bi tometên hevkariya bi opozîsyonê, çalakiyên civaka sivîl û sendîkayan, çalakiyên medyayî û belavkirina gotaran li ser torên medya dijîtal hatine sucdarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û ragihandina agirbestê di navbera her du welatan de, rejîma Îranê pêlek ya girtin û binçavkirina welatî û çalakvanên Kurd da destpêkirin. Heta niha bi sedan welatparêz, çalakvan, rojnamevan û mamosta hatine girtin, binçavkirin û cezakirin.