Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ber daxwaza DYE'yê rabû ku dixwest, Tengava Hurmuzê bi hêza leşkerî bê vekirin û destnîşan kir ku operasyoneke bi vî rengî rasteqîn nîne.
Macron di serdana fermî ya li Seulê de anî ziman ku Fransa vê rêyê ti carî napejirîne û got, "Ev yek ti carî ji bo me nebû rêyek û em di wê baweriyê de ne ku rasteqîn nîne."
Macron diyar kir ku operasyoneke bi vî rengî wê "demeke bêdawî dewam bike" û xwestî "gelek rîskan e."
Macron di daxuyaniyên xwe de Serokê DYE'yê Donald Trump kir hedef. Macron destnîşan kir ku Trump bi daxuyaniyên xwe zerarê dide baweriya bi NATO'yê.
LI LONDONÊ CIVÎNA NAVNETEWEYÎ YA JI BO HURMUZÊ
Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Yvette Cooper jî anî ziman ku jinûve vekirina Tengava Hurmuzê pêwîstiyeke lezgîn e.
Cooper di civîna bi beşdariya zêdeyî 40 welatî de axivî û got, girtîhiştina tengavê encamên cidî li ser deryakariyê ya navneteweyî bi xwe re tîne.
Di civînê de ji bo jinûve vekirina tengavê gavên divê bêne avêtin hatin nirxandin.