Lîderê Hîzbûllah: Li Lubnanê agirbest nîne

Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê Naîm Kasim diyar kir ku êrîşên Îsraîlê didomin û got, rewşa heyî ne agirbest e, lê ‘êrîşeke domdar e’.

Sekreterê Giştî yê Hîzbûllahê Naîm Kasim diyar kir ku tevî agirbestê jî, li Lubnanê êrîşên Îsraîlê dewam dikin.

Li ser Al-Manar a girêdayî Hîzbûllahê daxuyaniya Kasim hate weşandin û wiha hate gotin, “Li Lubnanê agirbest nîne, êrîşkariya Îsraîl-DYE didome.” Kasim got, ji bo desthilatdarî û ewlehiya welêt divê garantî ji Îsraîlê were xwestin.

Tê diyarkirin ku tevî agirbesta ku 17’ê Nîsanê kete meriyetê û piştî hevdîtinên li Washingtonê hate dirêjkirin, artêşa Îsraîlê bi taybetî li Başûrê Lubnanê êrîşan didomîne, avahiyan hildiweşîne û li gelek cihên niştecihbûnê, vegera sivîlan asteng dike.

Kasim bang li rêveberiya Lubnanê jî kir û bi gotina “Xiyanetê li berxwedanê nekin” banga yekîtiya neteweyî kir.