Libnan: Windahiyên canî yên êrîşên roja Çarşemê gihîşt 357'an

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên roja Çarşemê de hejmara windahiyan gihîşt 357'an û hejmar zelal nebûye.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên roja Çarşemê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 357'an. 

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber kesên di bin kavilê de mane û cenazeyên tespîta wan a nasnameyê dewam dike, hejmar hîna zelal nebûye û testên DNA'yê dewam dikin. 

Li gorî daxuyaniyê, ji êrîşên ku Îsraîlê di 2'ê Adar de ji nû ve da destpêkirin ve hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane hezar û 953'ê ye û hejmara birîndaran jî gihiştiye 6 hezar û 303'î. 

Yekîtiya Tip ê Beyrûdê ragihand ku di êrîşên dawî yên Îsraîlê de sê endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de têkildarî dîrokên mirinê yên xebatkarên tenduristiyê hirgûlî nehat dayîn û banga parastina bijîşk, hemşire û komên rizgarkirinê di qadên pevçûnê de hat kirin.