Li Xezeyê tevî agirbestê jî êrîş pêk hat: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku li Xezeyê tevî agirbestê jî ji ber êrîşên Îsraîlê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Xezeyê tevî agirbestê jî ji ber êrîşên Îsraîlê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Rayedarên Parastina Sivîl ên li Xezeyê, ragihandin ku roja şemiyê di saetên zû de êrîş pêk hatin û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniyê, bi balafirên hewayî yên bêmirov êrîşî derdora nuqteyeke polîsan a li nêzî kampa penaberan El-Bureyc hate kirin û gelek kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ji birîndaran rewşa 4 kesan giran e.
Nexweşxaneya El Aksa ya li herêmê ragihand ku cenazeyên 6 kesan gihiştine wir.
Rayedaran îdîa kir ku di êrîşan de nuqteyeke sivîlên ji cihên xwe hatine kirin, hate hedefgirtin. Nexweşxaneya El-Avda jî diyar kir ku kesek din jî jiyana xwe ji dest da û 2 birîndar anîne nexweşxaneyê.
AGIRBEST BÊNAVBER TÊ BINPÊKIRIN
Piştî şerê ku 7’ê Cotmeha 2023’yan destpê kir, 10’ê Cotmeha 2025’an agirbest kete meriyetê. Tevî agirbestê jî alî hevdû bi binpêkirina agirbestê sûcdar dikin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ji destpêka agirbestê û vir ve, herî kêm 738 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di heman demê de 5 leşker hatine kuştin.